SerekeSîyasî

YUNISEF ê bona kuştina sê zaroka, yên li Zaxoyê, nerihetîya xwe daye dîyarkirinê

Fonda zaroka, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî êrîşa Tirkîyayêye li Herêma Kurdistanê gunehkar kirîye.

«Li Zaxoyê nava  encama topbarankirinêda sê zarok hatine kuştinê. Ev yek şedetîyê dide, wekî sîlihên wî cûreyî gerekê li cîhên merivên sîvîl nedine xebatê»,- YUNISEF ê daye dîyarkirinê. Hatîye gotinê, wekî organîze nerihete, wekî sê zarok nava encamên teqîna li provînsîya Dihokê hatine kuştinê. Organîzeyê hemû kirinên zordarîyêye hindava zarokada gunehkar kirîye û serxweşî daye malbetên zaroka, lê birîndarara qencbûna lez xwestîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button