Fransîya xweykirina garantîyayên bona bêqezîyabûna cimeta Arsaxê girîng hesab dike: bayloza Fransîyayê

Nava pirsgirêka Qerebagêda Fransîya rola navçîgarîyê çawa nava pêwandîyên dualî, usa jî nava koma Mînskêda dilîze. Ew usa jî çawa endama Yekîtîya Avropayê pêşda tê, ya ku cedandina dide xebatê, ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda mecala dîyalogê diha hêsabe. Derheqa wê yekêda bayloza Fransîyayêye li Ermenîstanê Ann Lûyoyê gotîye. Baylozê daye dîyarkirinê, wekî ew hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, ya 16-ê tîrmehêye li Gurcistanê, slav dikin û difikirin, wekî hevdîtinên raste-rast dikarin alî îzbatbûna aşîtîyê bikin.
«Me, mînanî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, îdî aminaya hindava formata koma Mînskê îzbat kirîye. Feqet Rûsîya naxweze bi wê formatê bixebite. Wezîrê Rûsîyayêyî karên der îdî elametî belav kirine. Mixabin ku usaye lê em hazirin bi formata koma Mînskê dîyalogê destpêkin.
Em li ser wê tabîyêne ku piştgirîyê bidine şuxulkarîya aşîtîyê, çawa nava asata dualîda, usa jî çawa endama Yekîtîya Avropayê. Dîyaloga di navbera hemsedirên ji Fransîyayê û Ştatên Yekbûyî berdewam dibe, ew mecalên nû digerin ku alî pêvajoya aşîtîyê bikin. Em xweykirina garantîyayên bona bêqezîyabûna cimeta Qerebagê girîng hesab dikin»,- baylozê gotîye.