SerekeSîyasî

Li gorî înformasîyayên stendî, hema xût Tirkîyayê Zaxo topbaran kirîye

Wezîrê Îraqêyi karên der Fûad Husêyn gotîye, wekî hema Tirkîyayê Zaxo topbaran kirîye. Wezîr daye dîyarkirinê, wekî ew yek li ser hîmê înformasîyayên stendî tê gotinê.

Em bêjin, wekî parlamênta Îraqê roja şemîyê civîna bona gotûbêjkirina topbarankirnên tirkaye ser têrîtorîya Îraqê destpê kirîye. Serokatîya Herêma Kurdistanê û hukumata fêdêral Tirkîyayê  bona wê yekê gunehkar dikin, çimkî rûyê wê topbarankirinêda tûrîstên  ji parçên Îraqêye cuda-cuda hatine kuştinê û birîndarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button