H’emû nûçeSereke

Pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayêye dostîyê pircûrene: bayloza Fransîyayêye li Ermenîstanê

Pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayêye dostîyê gelekî kûrin û hevkarî nava govekên cuda-cudadane. Derheqa wê yekêda bayloza Fransîyayêye li Ermenîstîanê Ann Lûyoyê gotîye «Radîyolûr»-ê.

Ewê daye dîyarkirinê, wekî nava hevkarîya sîyasîda di navbera herdu welatada dîyaloga ser asta bilind heye.

Ewê gotîye, wekî nava goveka çandêda jî pevguhartinên dewlemend hene. Ji alîyê perwerdêda tevî hukumata Ermenîstanê progiram hene.

Çi ku derheqa pêwandîyên êkonomîkîdane, Ann Lûyoyê gotîye, wekî meha kanûnêda dokûmênt di navbera serokwezîrê Fransîyayê û wezîrê Ermenîstanêyî karên derda hatîye îmzekirinê ku dînamîka nû bidine pêwandîyên êkonomîkî, yên ku himberî pêwandîyên sîyasîda li ser derecekê nînin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button