H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyanê bi seredana xebatêva here Prahayê
Îro wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê bi seredana xebatêva here paytexta Çêxîyayê-Prahayê. Li Prahayê Ararat Mîrzoyan wê rastî wezîrê Çêxîyayêyî karên der Yan Lîpavskî û serokê sênatê Mîloş Vîstrçîl bê.
Nava doranên seredanêda pirsên derheqa tevgirêdanên dualî wê bêne gotûbêjkirinê. Xeberdan wê usa jî derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, bêqezîyabûna herêmîda here.