H’emû nûçeSereke
Ermenîstana bedew piştî nexweşîya koronavîrûsê çawa alîkî ne eşkerekirî: Euronews
Nava wedê seferên piştî nexweşîya koronavîrûsê, Ermenîstan çawa alîkî eşkerenekirî tê hesabê. Derheqa wê yekêda Euronews ê nivîsîye.
Pêşnîyarî tûrîsta dikin, ku ji Yêrêvanê der bigerin û nehîyên Ermenîstanêye çîya û li gunda lêkolîna bikin.
«Gelek cîhên veşartî hene. Bona tûrîzmê gelek cîhên baş hene»,- seroka komîtêya Ermenîstanêye tûrîzmê Sîsyan Pogosyanê gotîye.
Ewê daye dîyarkirinê, wekî nava progiramên tûrîzmêda ew yek heye, ku tûrîst li gundên dûr biqesidin û mêvandarîya binelîyên cîh bibînin.
Ev yek îzinê dide usa jî nasîya xwe bidine mîrata ruhanîye dewlemend.