AborîSereke

Sala 2O22-a li Ermenîstanê wê 377 hezar tonna genim bê xebitandinê

Cîgirê wezîr Arman Xocoyan hewcetîyên Komara Ermenîstanêye bona sala 2O22-a raberî komîsîya Avrasîyayêye êkonomîkî kirîye.Ji wezîreta êkonomîkayê elam kirine, wekî eşîyayên malhebûna gundîtîyê yên anînê û yên deranînê, yên bona sala 2O22-a hatine hesabkirinê.

Anegorî înformasîyayên pêşda, li Ermenîstanê sala 2O22-a xerckirina genim wê bighîje 377 hezar  tonna. Bi meremê çareserkirina sûka Ermenîstanêye xurek, wê hetanî dawîya salê kîsî sûka Rûsîyayê bê tijîkirinê, 275 hezar tonna wê bê anînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button