Cêrge nevsên Îsrayêlêye fermî dane dîyarkirinê, wekî Têl Avîv hîvî ji admînîstrasîya amêrîkî kirîye, ku pêşîya destpêkirina orpêrasîya tirkaye nû, ya li Sûrîyayê bigrin. Derheqa wê yekêda malpera deng û behsa Middle East Monitor ê elam kirîye.
Li gorî wê înformasîyonê, du nevsên Îsrayêlêye fermî gotine, wekî şêwirmendên pirsên bêqezîyabûnê Êyal Hûlata berbirî hevkarê xweyî amêrîkî Cêyk Salîvan bûye û hîvî kirîye ku pêşîya opêrasîyona Enqerêye li bakûrê Sûrîyayê bigrin, çimkî ew wê li gorî berjewandîyên Îranêbe û bi wê yekê ewê li herêmê qewînbe.