SerekeSîyasî

Rûsîya armancên pantûrkîzmê fem nake û ew yek dikare dawîya Rûsîyayê bîne:Êdûard Şarmazanov

Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan eşkere elam kir, wekî sîyaseta Enqerêye der li ser nêoosmanîzmê hatîye hîmdanînê. Ew yek dide kifşê, wekî Tirkîya îroyîn dixweze împêratorîya osmanî bide dasekinandinê, him tehsîra wê, him jî sînorên wê. Derheqa wê yekêda berdevkê partîya Ermenîstanêye Komarê, Êdûard Şarmazanov gotîye.

Bi fikira wî, ev hemû tişt kîsî berjewandîyên Ermenîstanê- Yûnanistanê tê mîyaserkirinê. Pirsgirêkên Enqerêye tevî yûnana hene. «Êrdogan pêçîya xwe ser serokwezîrê Yûnanistanê dihejîne. Ewî gotîye, wekî giva li Yûnanistanê mafên tirka parastî nînin. Ewê zûtirekê li virbin. Ji Batûmîyê hetanî Tibîlîsîyê tirka 148 mizgeft çê kirine. Awa wa gotî «zemanê aşîtîyê» çi cûreîye. Ew mizgeft badîhewa nehatine çêkirinê. Ew bona berjewandîyên wan miletên ku ji alîyê tirkada tên raberkirinê, hatine çêkirinê»,- Şarmazanov gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî Tirkîya ne tenê bona Ermenîstanê û Yûnanistanê, lê usa jî bona Rûsîyayê  qezîyayê raber dike. «Li Bilgarîyayê  lobbîya tirka heye. Gelo hûnê bikaribin li wir tiştekî dijî Enqerê bikin? Bêguman, na. Nava mesela Rûsîyayêda jî wê usabe. Heger xêncî ermenîya û yûnana, armancên pantûrkîzmê fem nakin, wî çaxî dawîya împêratorîya Rûsîyayê wê bê»,- Êdûard Şarmazanov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button