Kongrêsmênê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Frênk Paloûn derheqa axaftina bi têlefonê, ya sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û serokê Adirbêcanê, rûpelê xweyî Twittere da nivîsîve:
«Tiştekî başe, wekî sêkrêtarê dewletê Êntonî Blîkên pirsên Qafqasîya Başûr lêkolîn dike û bang dike ku Adirbêcan dîlên ermenîye leşkerî aza berde. Ştatên Yekbûyî gerekê bicedîne ku Adirbêcan eskerên xwe ji nehîyên nêzîkî sînor derxe û ew yek wê alî pêvajoya aşîtîyê bike».