H’emû nûçeSereke

Gelo dironên hindî wê eskerê ermenî bidine razîkirinê?: Yêrêvan derheqa hevraxeberdanada înkar nake

Diqewime Ermenîstan ji Hindistanê dirona bikire. Bi wî meremî meha hezîranêda dêlêgasîya wezîreta Ermenîstanê çûbû Dêlîyê, kîjanê hevraxeberdan tevî hevkarên hindî destpê kirine.

Prêssa Hindistanê dide bawarkirinê, wekî dêlêgasîya Ermenîstanê bona kirîna sîliha çûbû Hindistanê.

Nava doranên pêşezanîyêda wê hevkarîyê baş qîmet dikin. Bi gotina serokê organîzeya civakî «Welatîyê aza» Hovsêp Xûrşûdyan, 3O salî Ermenîstanê piranîya sîliha ji Rûsîyayê dest anîye. Bi taybetî şerê 44 roje da kifşê, wekî ew yek  kardar nîne.

Yêrêvana fermî derheqa seredana dêlêgasîyayêda înformasîya belav nekirîye.

 Li Yêrêvanê hevkarîya tevî Hindistanê silav dikin, lê fikira usa heye wekî ev yek dikare  nebe. Bi gotina Xûrşûdyan heger nava prêssa hindîda derheqa wê yekêda hatîye gotinê, wî çaxî ew yek dikare bide kifşê, wekî Hindistan naxweze dirona bifroşe Yêrêvanê.

Nava salekêda wezîrên Ermenîstanê û Hindistanêye karên der rastî hevdu hatine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button