H’emû nûçeSereke

Ji sala 1994-a da em hemsedira koma Mînskêne, lê em hazirin usa jî nava formata dualîda  alî Ermenîstanê û Adirbêcanê bikin: ŞAY

Berdevkê dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Nêd Prays derheqa axaftinên bi têlêfonê, yên sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî  Êntonî  Blînkên, yên tevî serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê xeberdaye. Ewî gotîye, wekî li hev hatîye bighîjine pêşkeftinê.

«Sêkrêtarê dewletê tevî serokatîya Ermenîstanê û usa jî ya Adirbêcanê qise kirîye, lê li vî avayîda hene meriv, yên ku tevî hevkarên xwe xebatê berdewam dikin û dikarin alîkarîya me pêşnîyarkin, nava kîjanêda em dicedînin bighîjine aşîtîya wededirêj»,- Prays gotîye.

«Em ji sala 1994-a da hemsedira koma Mînskêne, lê çawa ku me daye dîyarkirinê, em usa jî hazirin bi formata dualî tevî Ermenîstanê û Adirbêcanê bixebitin, ku bighîjine aşîtîya wededirêj»,-Prays gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button