H’emû nûçeSereke

Bona Qafqasîyayê berxwedayîna mezin heye: nava vê şerkarîyêda gelek tişt Ermenîstanêva girêdayîye: Hakob Badalyan

Şiroçîyê sîyasî Hakob Badalyan gotîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Ykbûyî îro dicêribîne rola cuda bona normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê û usa jî yên Ermenîstanê û Tirkîyayê hilde ser xwe, piştgirîyê bide cedandinên Yekîtîya Avropayêye navçîgarîyê. Çawa şedetîya wê yekê, Badalyan derheqa axaftina sêkrêtarê dewletê Blîkên û serokê Adirbêcanê Elîyêv daye dîyarkirinê.

« Li Herêma me çend xetên dîplomatî tên kifşê, yên ku girêdayîne helkirina pirsgirêka di navbera ermenîya-azêrîya û pêrspêktîvên pirsa Arsaxêra. Li vir em dikarin derheqa formata rûsîye sêalîda, înîsîyatîva Bryûsêlêda bêjin. Li rex înîsîyatîva Bryûsêlê em aktîvîya Ştatên Yekbûyî dibînin.

Nava elametîya Ştatên Yekbûyîda tiştekî hewaskar hebû, wekî Ştatên Yekbûyî hazire piştgirîyê bide pêvajoya vekirina rêya. Li vir dîyare, wekî xêncî piştgirîya şuxulkarîya Bryûsêlê, usa jî pêşnîyarên  Ştatên Yekbûyî hene»,- Hakob Badalyan gotîye.

Bi gotina wî, hetanî ku şer li Ûkraînayê berdewambe, helkirina konflîkta Qerebagê wê dîyar nebe, çimkî lîstikçîyên mezin nava vê pirsêda li ser tabîya yekbûyî nînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button