Hêzên pêşmerga elam kirine, wekî pêşîya cêribandina nû, ya li ser cîhê gazêyî Hor-Morê, li provînsîya Silêmanîyê, girtine.
Du roj pêşîya wê yekê êrîşeke başqe ser wî cîhê gazê hatibû mîyaserkirinê.
Fermandarîya pêşmerga daye dîyarkirinê, wekî li gorî melûmetîyên cesûsîyê, hêzên pêşmergara li hev hatîye pêşîya wê êrîşê bigrin. Hatîye gotinê, wekî pêşda ew avtomaşîne hatîye dîtinê, li ser kîjanê îdî dezgehê rokêtaye hazir hebûye.
Wekîlê hukumata Herêma Kurdistanê Cûtyar Adil elam kirîye, wekî ew êrîş bona teribandina aramî û pêşkeftina Îraqê û Herêma Kurdistanê hatibû hazirkirinê.