SerekeSîyasî

Li dêpartamênta  ŞAY, ya dewletê bersiva pirsa derheqa zona balafiraye qedexekirîda, ya li Sûrîyayê, daye

Pirsa derheqa sazkirina qedexekirina balafirên leşkerîda, ya li ser Sûrîyayê, girêdayî opêrasîyona Tirkîyayêye nûra, bin kontrola wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîdane. Derheqa wê yekêda wekîlê dêpartamênta Ştatên Yekbûîye dewletê Nêd Prays wextê birîfîngê gotîye.

Wextê dayîna bersiva pirsa rojnamevan ku gelo diqewime zona qedexekirina firîna balafirên leşkerî bê sazkirinê, Prays gotîye wekî pirs nava borcdarîyên leşkerîya amêrîkîdane.

« Li dêpartamênta dewletê em hevraxeberdana tevî hevkarên xweye tirk derbaz dikin»,-Prays gotîye.

Em bîr bînin, wekî li bakûrê Sûrîyayê pirsa derheqa opêrasîyona Tirkîyayêye nûda, ya dijî kurda vekirî maye. Rûsîyayê, Îranê û Ştatên Amêrîkayêye elam kirine wekî ew înîsîyatîva Enqerê slav nakin û piştgirîyê nadine wê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button