H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê nexweşîya meymûnê nehatîye dîtinê: wezîra saxlemîxweykirinê
Li Ermenîstanê nexweşîya meymûnê nehatîye dîtinê. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, wezîra saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye.
«Li Ermenîstanê hercar, wextê ku şikberî heye, têst tê kirinê, lê hetanî niha bersivên wan têsta yên nêgatîv bûne»,- wezîrê gotîye.
Ewê gotîye, wekî ji Rûsîyayê têstên wê nexweşîyê hatine stendinê.
Destpêka vê hevtê, organîzeya hemcîhanîye saxlemîxweykirinê elam kir, wekî nexweşîya meymûnê bûye ya global. Hatîye dîyarkirinê, wekî nava 75 welatada, 16 OOO nexweş hatine dîtinê.