H’emû nûçeSereke

Nava dorana bernamên tevî Yekîtîya Avropayê 14,2 mîlyon yûro derbazî byûcêya Ermenîstanêye dewletê bûye: şêwirmenda cîgirê serokwezîr

Bi koordînasîyakirina cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan nava dorana bernamên dualîda, yên tevî Yekîtîya Avropayê, 14,2 mîlyon yûro derbazî byûcêa Ermenîstanêye dewletê bûye. Derheqa wê yekêda şêwirmenda cîgirê serokwezîr Manê Adamyanê rûpelê facebook  da nivîsîye.

Ewê daye dîyarkirinê, wekî gilî derheqa bernamên girêdayî pirsgirêkên rûyê nexweşîya koronavîrûsêda pêşdahatî, bi meremê piştgirîya werguhastinên nava sîstêmên hiqûqîda ew pere hatine başqekirinê.

Bi tomerî hildayî, nava van du salên dawîda 17,2 mîlyon yûro derbazî byûcêya dewletê bûye.

Adamyanê nivîsîye wekî hevkarên Yekîtîya Avropayê hevkarîya tevî hukumata Ermenîstanê bilind qîmet kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button