H’emû nûçeSereke

Nava dorana formata Bryûsêlêda hevdîtina Paşînyan-Elîyêv dikare bi piştgirîya ŞAY bibe: şiroçîyê sîyasî

Serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pêwandîyên der Êdûard Agacanyan derheqa hazirkirina hevdîtina Paşînyan-Elîyêv xeberdaye, ya ku li Bryûsêlê têra hatîye dîtinê. Derheqa wê têmayêda şiroçîyê sîyasî Êdûard Agacanyan xeberdaye.

Êdûard Agacanyan gotîye, wekî pêvajoya hazirkirina wê hevdîtinê dikare bi înîsîyatîva amêrîkî bê kirinê.

«Dêmek hevdîtin ne tenê nava dorana  formata Bryûsêlêda, lê dikare bi înîsîyatîva amêrîkî derbazbe û axaftina Blînkêne bi têlefonê diqewime hema beşeke wê xebatê bû û beşke wê jî seredana serokê cesûsîya amêrîkîye li herêmê bû. Ev hemû tişt nade kifşê, wekî Rûsîya der dimîne. Formata Rûsîyayêye sêalî heye û ew dicêribîne tabîyên xwe hema li vir bide qewînkirinê. Li vir xetên tomerî hene, yên him  Bryûsêlê, him jî Waşîngtonê. Xebata tomerî tune, lê xetên tevayî hene»,- Hakob Badalyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button