H’emû nûçeSereke

Armanca xerîta rê û rojeva aşîtîyêye tevî Adirbêcanê îmzekirina peymana aşîtîyêye: Armên Grîgoryan 

Armanca xerîta rê û rojeva aşîtîyêye tevî Adirbêcanê îmzekirina peymana aşîtîyêye. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan wextê hevpeyvîna tevî Armênprêssê gotîye.

Sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê bîr anîye, wekî Adirbêcanê vî alîda pênc xal raber kirine û Ermenîtstanê elam kirîye, wekî nava wanda tiştên qebûlnekirinê tunene. Çi ku derheqa naskirina yekîtîya têrîtorîyayên Adirbêcnêdane, ya ji alîyê Ermenîstanêda, Grîgoryan elam kirîye, wekî Ermenîstan yekîtîya têrîtorîyayên Adirbêcanê nas dike û ew yek beşeke qanûndarîya meye.

“Me çendik-çend cara gotîye, wekî Ermenîstanê û Adirbêcanê hê sala 1991-ê yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas kirine. Ev yek roja îroyn beşeke qanûndarîya him Ermenîstanêye û him jî Adirbêcanêye. Wê yekê gerekê usa jî bi dereca dualî bidine kifşê. Çawa ku me gotîye,nava  pêrspêktîvên wî cûreyîda bona me tiştên qebûlkirinekirinê tune û dewekarîya  têrîtorîya, ya Ermenîstanê, ji Adirbêcanê tune”,-Armên Grîgoryan gotîye.

Bi xeberdana derheqa çareserkirina garantîyayên bêqezîyabûna ermenîyên Qerebagêda, Armên Grîgoryan gotîye, wekî garantîya navneteweyî bona wê yekê heye û ew yek heyîna aşîtîparêzên rûse.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button