H’emû nûçeSereke
Dirêjkirina wedê xebitandina stansîya ermenîye atomî gelekî nêzîkî rastîyêye:pêşezan
Dirêjkirina wedê xebitandina stansîya ermenîye atomî gelekî nêzîkî rastîyêye. Derheqa wê yekêda wextê pira têlêvîzîyonêye Moskva- Yêrêvan-Mînsk-Tibîlîsîyê pêşezanê pirsên ênêrgêtîkayê Borîs Marsînkêvîç gotîye.
“Bêguman, xebitandina stansîyayêye bêyî qayîlîya MAGAT ê wê nebûya. Niha sîyaseta kifşkirina dirêjkirina wedê bi deh sala pêwîst nîne. Li vir pêwîste ku xebata six tevî organîzeyên navneteweyî bidine çareserkirinê. Bona vê yekê wede heye û ev hemû tişt pêşezanên têknîkîva girêdaîye”,-Marsînkêvîç gotîye.
Tevî xebatên dirêjkirina xebata stansîyayê usa jî pirsa çêkirina stansîya nû tê gotûbêjkirinê. Pirs tenê bijartina qewata rêaktorêye.