H’emû nûçeSereke

Gerekê bi aktîvî pirsa Qerebagê gotûbêj bikin, lê gerekê wê pirsê ji pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê bidine qetandinê: sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê

Pirsgirêka Qerebagê bona Ermenîstanê pirsa têrîtorîyal nîne û  wî alîda bona me tiştê prînsîpyal bêqezîyabûn û mafên ermenîyên li Qerebagêye. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenstanêye bêqezîyabûna miletîyê Armên Grîgoryan gotîye. Grîgoryan bîr anîye, wekî wextê axaftineke Paşînyanê serokwezîre li parlamêntê hatîye dîyarkirinê, wekî fikirdarîya usa heye ku pirsa Qerebagê ji pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcnê bidine dûrxistinê. Bi gotina wî, niha gerekê bi aktîvî wê yekê gotûbêj bikin û qirarkin ku çawa pêşda herin.

 Bi xeberdana derheqa wê pirsêda, wekî ji merkezên gêopolîtîkî van axirîya qîmetkirin tên bihîstinê, wekî mecala îzbatkirina aşîtîyê û qewînbûnê heye, Armên Grîgoryan gotîye, wekî hukumata Ermenîstanê rojeva aşîtîyê çawa stratêcîya dewletê elam kirîye û mecala vî cûreyî tê kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button