
Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine, wekî qulixdarîyên tirkay cesûsî xebata bi masştaba berfireh mîyaser dikin, bona ku torên cesûsî sazkin, meriva bikişînine alîyê xwe û bona wê yekê fînansên mezin başqe kirine. Bona ku dijî vê yekê derkevin, Hêzên Sûrîya Dêmokratîk opêrasyîona” Sond” destpê kirine.
Nava elametîya Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye dîyarkirinê, wekî wextê xebata destpêkirî dokûmênt û îzbatî hatine destanînê, li gorî kîjana eşkere bûye ku torên cesûsî hatine sazkirinê.
Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî ew bangî welatîya dikin, ku fesal û hişyarbin û tevî hêzên Asaîşê hevkarîyê bikin, bona ku bêqezîyabûn û qewînbûna herêmê biparêzin.







