SerekeSîyasî

Ji sedî zedetir parlamentvanen Fransîyaye bang kirine ku Kurdistana Sûrîyaye naskin

Bi serkarîya sеnatorе ji partîya Fransîyayeye Komûnîstî  Lorans Koеn, 1O2 parlamêntvanên Фransîyayê elam kirine, wekî ew sîyasîya leşkerî, ya serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogane dijî kurdên Sûrîyayê gunehkar dikin.

Êrdogan dibîne wekî guhdarîya dinîyayê li ser şerê li Ûkrînayêye û bo  wê yekê jî êrîşên li bakûrê Sûrîyayê dide gurkirinê. Derheqa wê yekêдa parlamêntvana nava  elametîyêda dane dîyarkirinê.

“Sala 2O19-a  rûyê opêrasîyona  Tirkîyayêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê gelek welatîyên sîvîl hatine kuştinê, gelek cîh û war wêran bûne û kirinên barbarî dijî kurdên li wir hatine mîyaserkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê û hatîye dîyarkirinê, wekî dijî kirinên eskerên tirka, welatên Rojavayê gerekê çevê xwe negirin.

Parlamêntvana usa jî bangî Rojavayê kirîye ku piştgirîya teşkîletên kurdaye li Avropayê û aktîvîstên kurd bikin.

Paramêntvana dew ji şêwira Organîzeya Netewên Yekbûyî kirîye ku hewa bakûrê Sûrîyayê bidine girtinê û parastina navneteweyî bona kurdên Sûrîyayê mîyaserkin. Ser elametîyêda hatîye zêdekirinê,  wekî admînîstrasîya otonom, ya li bakûr û rojhilatê Sûrîyayê /Kurdistana Sûrîyayê/ bi navneteweyî bê naskirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button