SerekeSîyasî

Li Yekîtîya Avropayê bang kirine, wekî alîyên li Îraqê, yên ku nava konflîktêdanin, xwe zeft bikin

Wekîlê Yekîtîya Avropayêyî pirsên der girêdayî wê yekêra nerietîya xwe elam kirîye, wekî li Bexdayê protêstokirin derbaz dibin û ew werguhêzî êskalasîyayê dibe.

“Em bangî hemû alîya dikin, ku xwe zeftkin bona ku ji zordarîyê dûr bimînin. Hêzên sîyasî gerekê pirsê bi dîyaloga sîyasî helkin, nava doranên konstîtûsîyonda”,- nava axaftina wekîlê Yekîtîya Avropayêda hatîye gotinê. Nava dokûmêntêda hatîye gotinê, wekî nenihêrî wê yekê ku protêstokirina edil bona dêmokratîyayê tiştekî başe, lê bi wê yekêva tevayî gerekê qanûn û înstîtûtên dewletê bêne qedirgirtinê.

 Çawa ku Associated press е ragîhandîye, piştgirên îmamê şihîya Mûktada As Sedir, yên ku dijî kifşkirina serokwezîrе Îraqêyî nû protêsto dikin, roja şemîyê cara duem ketine avayê parlamêntê.

Protêstokirinên li Bexdayê ji roja çarşema derbazbûyî destpê bûne, wextê ku çend sed meriv cara ewlin ketine avayê parlamêntê, nenihêrî wê yekê wekî serokwezîrê niha Mistefa Al Kazimî bang dikir ku belavbin.

Li Îraqê protêstokirin rûyê wê yekêda destpê bûne, wekî bona kandîdatîya serokwezîrê nû Mehmed As Sûdanî pêşda bikişînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button