H’emû nûçeSereke

Bi vekirina sînorê tevî Tirkîyayê li Ermenîstanê wê zêdaya êkonomîkîye 3O selefî hebe :Vahan Kêrobyan

Wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan wextê hevpeyvîna tevî  Factor TV ê  gotîye, wekî bi normalbûna heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê kara êkonomîkîye çi cûreyî hebe û rîskên çi cûreyî dikarin hebin. Bi gotina wezîr, nava du-sê salada zêdaya êkonomîkîye 3O selefî wê hebe, lê usa jî rîskên wê jî gerekê lê binihêrin. Niha hesab dikin ku gelo vekirina rîya  hesinî wê bona Ermenîstanê dest bide, yan na? Xemgînî ewe, wekî diqewime 2OO mîlyon dolar bên xerckirinê, lê ew rê neyê  xebitandinê, yan jî bi zîyanê bixebite. Bi gotina wezîr, heger rîya hesinî ya tevî Adirbêcanê bê dasekinandinê, wî çaxî Ermenîstanê Rûsîyayê, Îranê, Asîya Navînva bê girêdanê û nava Ermenîstanêra behra Reş wê Kaspîyêva bê girêdanê. Wezîreta êkonomîkayê hazir dibe învêstîsîyayên Rojavayê bide xebatê, û bona wê yekê ewê zûtirekê berbirî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bibe, bona ku statûsa êkonomîkî bidine Ermenîstanê. Bi gotina Kêrobyan, ew yekê bona învêstorên amêrîkî bibe eşaretî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button