SerekeSîyasî

Mesûd Barzanîyê lîdêr û wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî tevlîhevûnên li Bexdayê gotûbêj kirine

Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî rastî wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya li Îraqê, Canîn Hênîs Plasçêrtê hatîye bona ku protêstokirinên li Bexdayê û bûyarên  sîyasîye li Herêma Kurdistanê, gotûbêj bikin.

Barzanîyê lîdêr û wekîla organîzeyê dane dîyarkirinê, wekî konstîtûsîya  Îraqê gerekê bibe bingeha helkirina pirsgirêkên li Bexdayê.

Bi gotûbêjkrina hilbijartinên parlamêntîyêye li Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî daye dîyarkirinê, wekî dengdayîn gerekê lez bê derbazkirinê û pirsgirêkên ku hilbijartina paşda dêxin, gerekê bêne helkirinê. Ewî usa jî gotîye, wekî mafê netewên kêmjimar, yên li Herêma Kurdistanê, gerekê bêne xweykirinê.

«Em hazirin hilbijartina derbazkin»,- lîdêrê kurd gotîye.

Palsçêrtê qedirê bîranîna qurbanîyên Enfalê girtîye, yên ku ji alîyê rêjîma Baasêda sala 1983-a hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button