H’emû nûçeSereke
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û Kêrin Donfrîdê fikir dora bêqezîyabûna li herêmê pevguhartine

Wezîrê Ermnîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî cîgira sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yeûbûyî Kêrin Donfrîdê qise kirîye.
Wextê qisa bi têlefonê, fikir dora bêqezîyabûna li herêmê hatine pevguhartinê.
Pirsa derheqa pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û usa jî dew û doza Qerebagêda hatine gotûbêjkirinê.
Bi xeberdana derheqa pirsên hûmanîtarîda, yên rûyê şerê 44 rojeda pêşdahatî hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste dîlên ermenîye leşekrî û merivên sîvîle ku li Adirbêcanê tên xweykirinê, lez bêne azaberdanê.