H’emû nûçeSereke
Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî cejina êzdîyaye Çilê Havînê pîroz kirîye
Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî ser navê şêwira êdîyaye Ruhanî û temamîya êzdîyên Kurdistanê û temamîya dinîyayê pîrozbahî şandîye.
«Girêdayî evê cejina bedew, Çilê Havînêra, ez bi germahî şêwira êzdîyaye Ruhanî, usa jî hemû êzdîyên Kurdistanê û temamîya dinîyayê pîroz dikim. Ez hêvîdarim, wekî hemû xwîşk û birayên êzdî wê hemû cejinên xweye dînî nava aşîtîyê û aramîyêda derbazkin. Ez cejineke baş bo we dixwezim»,- Barzanîyê lîdêr nava pîrozbahîyêda gotîye.
Dîsa wê rojê serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êzdî pîroz kirine.
Nava salêda du cara êzdî vê cejinê didine kifşê: Çilê Havînê û Çilê Zivstanê. Cejina havînê sê roja dikişîne, lê ya zivstanê du roja.