SerekeSîyasî

Meha tîrmehêda Tirkîyayê derb gîhandine 31 gundên Şêravê û Şahbayê

Meha tîrmehêda kantona Şahbayê û nehîya Şêrava li Efrînê, ya ku sala 2O18 a da bin okûpasîya tirkadane, bûne merkeza pevçûyînên leşkerî.

Meha derbazbûyîda 31 gundên li wan nehîya ji alîyê balafirên tirkada hatine  bombekirinê. Dijmin têknîka girane cûre-cûre daye xebatê. Li wandera nêzîkî 2323 top, 165 topên tanka û 633 mîn ketine.

Bi wê yekêva tevayî avîyasîya cesûsî jî her dem xebitîye. Dironên tirka gelekî Tel Rifatê xistine. Nava çar êrîşên dironada du leşkerên rêjîma Sûrîyayê birîndar bûne. Bi wê yekêva tevayî şeş jinên ji Efrînê li nehîya Şahbayê zîyanê ketine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button