Mîrzoyan û Lavrov pirsên derheqa mîyaserkrina hevraqayîlbûnên sêalîda gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrora qise kirîye. Li gorî ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirine.
Wextê axaftina bi têlefonê, pirsên derheqa mîyaserkirina hevraqayîlbûnên sêalîda, yên wextê hevdîtinên serokên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê destanî, gotûbêj kirine.Hatîye îzbatkirinê ku wan pevketina mîyaserkin, bi taybetî pirsên girêdayî vekirina rêyên transportê û êkonomîkîra, kifşkirina sînorên ermenîya-azêrîya, û usa jî normalkirina heleqetîyên Yêrêvanê û Bekûyê.
Nava hemtêksta pêwndîyên dualîda guhdarîya mexsûs hatîye danînê ser tevgirêdanên rûsa-ermenîyaye niha û pêrspêktîvên pêşkfetinê.
Bi razîbûn derheqa asta hevkarîya di navbra Yêrêvanê û Moskvayêda, ya nava dorana sîstêmên Avrasîyayêye întêgrasîyonda hatîye dîyarkirinê. Bernamên dualîye zûtirekê hatine gotûbêjkirinê.