Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî careke mayîn dewat kirîye ku dîyaloga îraqîye sêalî li Hewlêrê derbazkin, çimkî halê sertî li Bexdayê zêde dibe.
Nêçîrvan Barzanî usa jî derheqa piştgirîya înîsîyatîva serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimîda daye dîyarkirinê, bi kîjanê hatibû gotinê ku piştgirîyê bidine hevraxeberdanên di navbera alîyada. Derheqa wê yekêda Twittere da hatîye raberkirinê.
«Em careke mayîn bang dikin ku li Hewlêrê dîyaloga îraqîye biratîyê bê derbazkirinê û em piştgirîyê didine banga serokwezîrê Îraqê Al Kazimî ku di navbera partîyayên îraqîye sîyasîda dîyalog bê destpêkirinê bona ku rîya derketina ji krîzeyê bê dîtinê, bi hevra bixebitin ku welêt paşda vegerînine berbi bêqezîyabûnê»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Kazmî pêşda elam kiribû, wekî partîyayên sîyasî gerekê bi cabdarî bişuxulin û alî dîyaloga miletîyê bikin ku rîya dîyaloga sîyasî bê dîtinê. Ewî usa jî derheqa encamên xirabda eşaretî daye, heger krîzeya sîyasî nava wedê nêzîkda neyê rastkirinê.