H’emû nûçeSereke
Yekîtîya Avropayê wê bi cûrê piştgirîyê 12,2 mîlyon yûro derbazî Ermenîstanê bike
Yekîtîya Avropayê nava dorana bernamên piştgirîya byûcêyê, ya nava werguhastinên govekên edaletê û peymana derheqa berxudana li ber koronavîrûsê îzbat kirîye, ku 12,2 mîlyon yûro bidine Komara Ermenîstanê.
Armênprêssê ragîhandîye, wekî ji ofîsa Yekîtîya Avropayê elam kirine ku ew qirar hatîye îzbatkirinê, çimkî pêşkeftina nava wan govekada hatîye hesabhildanê.
«Ev piştgirî encamê hevkarîya Yekîtîya Avropayê û hukumata Ermenîstanêye»,- seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorînê gotîye.
«Hukumata Ermenîstanê hevkarîya tevî Yekîtîya Avropayê bilind qîmet dike, ya ku bona berxudana Ermenîstanêye êkonomîkî û qewînkirina dêmokratîyayêye»,- cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan gotîye.