H’emû nûçeSereke

Adirbecan gerekê qedirê borcdarîyên xweye navneteweyî bigre: Paşînyan

Adirbecan gerekê qedirê borcdarîyên xweye navneteweyî û mîyaserkirina xalên  ku îmze kirine, bigre. Derheqa wê yekêda  Nîkol Paşînyanê serokwezîr destpêka civîna hukumatêda got.

Li gorî Paşînyan ew borcdarî evin:

. Qebûlkirina qala hebûna  Qerebaga Çîya

. Qedirê  pêwandîyên  heyîna xeta Qerebaga Çîya bigrin

. Qedirê heyîna sivdera Laçînê bigrin, kîjan  înstîtûta here girînge ku Ermenîstanêva girê dide

Paşînyan da kifşê, wekî Ermenstanê hemû borcdarîyên xwe qedandine. Ewî bi resmî elam kir, wekî li Arsaxê leşkerên Komara Ermenîstanê tunene.

Serokwezîr elam kir, wekî vê gavê şerê bi aktîv diqewime, lê rewşa opêratîv gelekî sincirîye.

Endamên hukumatê îro bi deqa kerbûnê qedirê bîranîna cangorîyên ku nava encamên opêrasîyona azêrîyada şihîd ketine, girt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button