H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê rêjîma agirbestêye li ser xeta Qerebagê teribandîye: wezîreta Rûsîyayêye parastinê

Pareskerên rûse aşîtîparêz, yê li Qerebagê daye dîyarkirinê, wekî alîyê azêrîya 3-ê tebaxê rêjîma agirbestê teribandîye. Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Rûsîyayêye parastinêda hatîye gotinê.

«Li zona cabdarîya koma aşîtîparêza hal sert bûye. Li beşa bilindaya Sarîbabayê hêzên Adirbêcanêye sîlikirî rêjîma agirbestê teribandine. Fermandarîya pareskerên rûsaye aşîtîparêz tevî wekîlên alîyên azêrîya û ermenîya mecalên tevayî didine xebatê bona ku hal bidine qewînkirinê»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button