H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bangî civaka navnetewî dike ku mecalên anegor bona sekinandina kirinên Adirbêcanê bidine xebatê: wezîreta karên der

Komara Ermenîstanê careke mayîn derheqa aminaya xweye bona îzbatkirina aşîtîya li herêmê dide dîyarkirnê û bangî civaka navetewî dike ku gavên anegor bêne xebitandinê ku kirinên Adirbêcanêye agrêsîv bêne sekinandinê, bona wê yekê hemû mêxanîzmên navnetewîye pêwîst bêne xebitandinê.

Wezîreta Ermenîstanêye karên der girêdayî wê yekêra elametî belav kirîye:

«3-ê tebaxêda hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî, cara bi sirê teribandina elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î, agrêsîya li zona bin cabdarîya hêzên rûsaye aşîtîparêz destpê kirine, rûyê çida kuştî û birîndar hene.

Nenihêrî gavên Ermenîstanêye bona qewînbûn û aramîya herêmê, Adirbêcan dijî binelîyên Qerebagê têrorê mîyaser  dike, paqijkirinên êtnîkî û sîyasetîya okûpasîyakirinêye progiramkrî mîyaser dike.

Em bîr bînin, wekî agrêsîyayên wî cûreyî 24-ê adara sala îsalin, 11-ê kanûna sala 2O2O-î jî hatine kirinê, û ew cîh jî bin cabdarîya aşîtîparêzên rûsdanin.

Em wê yekê çawa tiştê îzinnedayînê hesab dikin, wekî alîyê Adirbêcanê elametîya belav dikin, ku ew bi yekalî dicêribînin  halên elametîya sêalî, yên derheqa sivdera Laçînêda bidine guhastinê.

Em didine dîyarkirinê, wekî bi cûrê sêalî hetanî roja îroyîn tu planeke îzbatkirî tune û em bangî hemû alîya dikin ku hindava wan borcdarîyada amin bimînin.

Em dibêjin, wekî komara Ermenîstanê hemû borcdarîyên xwe qedandine. Komara Ermenîstanê careke mayîn îzbat dike, ku ew hindava aşîtî û qewînbûna herêmê amine û bangî civaka navnetewî dike ku hemû mecala bidine xebatê, ku kirinên Adirbêcanê bidine sekinandinê û bona wê yekê hemû mêxanîzmên navnetewîye pêwîst bidine xebatê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button