H’emû nûçeSereke

«Gavên welatên hemsedirên koma Mînskê  kîderêne?»: banga parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv, ya bona civaka navnetewî

 Parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan bi elametîyêva pêşda hatîye, bi kîjanê ewî kirinen Adirbêcanêye agrêsîv gunehkar kirîye.

« Ji 1-ê tebaxa sala 2O22-a da alîyê azêrîya opêrasîyonên agrêsîv li hemû alîyên Arsaxê destpê kirîye, wextê kîjana sîlihên cûre-cûre û usa jî diron dane xebatê.

Ev hemû tişt wî çaxt diqewime, wextê ku ji mijdara sala 2O2O-î, bi qayîlîya alîya agirbest hatîye îzbatkirinê û li Arsaxê hêzên rûsaye aşîtîparêz hatine cîhwarkirinê ku aramîya cimeta Arsaxê bidine çaresekirinê.

Ev yek derheqa wê yekêda dibêje, wekî li Arsaxê aşîtî îzbat nebûye, lê alîyê azêrîya borcdarîyên ku hildane ser xwe, naqedîne, hemû mecala bi zordarîyê dide xebatê, ku bi mecbûrî berbi berdaxustina bibe. Bi wî cûreyî Adirbêcan mafê navnetewî diteribîne.

Ji merkezên navnetewîye cuda-cuda elmetîyên derheqa piştgirîya bona îzbatkirina aşîtîyê tên bihîstinê. Kanê ew piştgirî?  Kanêne gavên welatên hemsedir, bona ku mafên meriva biparêzin, emirê meriva xilazkin, şuxulkarîya merivaye edil bidine çareserkirinê? Kanêne kirinên Organîzeya netewên Yekbûyî, Şêwira Avropayê, yan jî Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê. Yan ew hemû tişt tenê bi gotinêye? Mêdîya navnetewî derheqa dew û dozên li dinîyayêye mayîn qet deqekê jî bêdeng namîne,  organîzeyên navnetewî bi elametîya pêşda tên, piştgirîyê didin, lê cimeta Arsaxê, ya ku bi deha sala dijî dîktatorîya azêrî şerkarîyê dike, nayê hesabhildanê.

Hevkarên sîstêmên navnetewîye birêz, rûyê bêdengîya weda, rûyê bêkarîya weda Adirbêcan xwe cezanekirî texmîn dike û gavên here xirab diavêje.

Gelo îzin heye awqasî eşkere bi standartên dualî pêşda herin, gelo meriv dikare ji berjewandîyên sîyasî kor bibe û meriva, usa jî mafên wan hesab hilnede?».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button