H’emû nûçeSereke
Kanalên Adirbêcanêye têlêgramê bi têlefona hindava ermenîyên Arsaxê têrora pisîxolocî mîyaser dikin
Li rex kirinên Adirbêcanêye dijî komara Arsaxê, kanalên Adirbêcanêye têlêgramê têrora pisîxolocî hindava binelîyên Arsaxê mîyaser dikin û dicêribînin binelîya bitirsînin.
Bi kanalên azêrîyaye têlêgramê koda Ermenîstanê dîyar dibe. Kanalên azêrîya bangî aboneyên azêrî dikin ku bi hemû hejmara têlefonkin û nava ermenîyada tirsê belavkin û ji wana înformasîyayên pêwîst bistînin. Usa jî tê dîyarkirinê, wekî ewê bi xwe wan înformasîya derbazî îdarên Adirbêcanêye mexsûs û wezîreta parastinê bikin.