H’emû nûçeSereke

Kirinên Adirbêcanêye xirabkar garantîya mafê jîyana merivên li Arsaxê dikine bin qezîyayê

Parêzera  Ermenîstanêye mafên mêriv Krîstînê Grîgoryanê elametî belav kirîye, ya ku derheqa bûyarên van axirîyaye li Arsaxêdaye.

«Nava van hersê rojên destpêka tebaxêda li hemû alîyê Arsaxêye bin cabdarîya mîsîya rûsîye aşîtîparêz, alîyê azêrîya agrêsîya leşkerî mîyaser kirîye.

Ev hemû kirin, hemû prînsîpên mafên navnetewî diteribînin. Adirbêcan usa jî borcdarîyên  xweye li gorî elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î diteribîne.

Ev kirina Adirbêcanêye xirabkar ya gunehkarkirinêye û ew garantîya mafe jîyana merivên li Arsaxê dike sifir. Ev kirin gerekê lez bêne sekinandinê.

Ez  bangî baylozên welatên  hemsedirên koma Mînskê û organîzeyên navnetewîye mayîn dikim, ku cedandina bidine xebatê, bo ku mafên jîyana binelîyên Arsaxêye edil bêne çareserkrinê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button