Aktîvîsta êrîş birine ser avayê baylozxana Adirbêcanêye li Londonê, al jorda anîne xwerê /vîdêyo/
Li Londone komeke aktîvîsta êrîş birine ser avayê baylozxana Adirbecanêye li Londonê û al ji enîyê dûr xistine. Heyşt kes hatine girtinê.
Dîmenên ku li ser medyaya civakî belav dibin nîşan dide ku komeke zilama ji balkona balyozxaneyê alayan dihejînin.
Li ser dîwêr sloganên erebî hatin daliqandin û ala Azerbaycanê hat xwarê.
Ne dîyare ji ber çi bû sedema aksîyayê, lê belê ew ji alîyê koma “Tifaqa xizmetkarên Mehdî” da hatîye rêberkirinê.
Li gorî malpera komê, eva rêxistineke musulmanên şihîye ya li bingeha li Londonêye û dixweze “serwêrîya şaristanîyê” îzbat bike.
Endamên teşkîldarîyê çawa menî dane kifşê, ku ji alîyê hukumata Adirbêcanêda lêgerînên hindava musulmanên şihîyaye.
Nava elametîyêda tê dîyarkirinê, ku serokê wan dijî serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ferman daye ku “bi lez tevdîrên xwe bibînin”.
Yasêr Al- Habîb, kîjanî piştî pevçûyînên desthilatdarên welatê xwe Kûvêytê, li Brîtanîya Mezin mafê penaberîyê stendîye, li Bûkînghêmşîrê serkarîyê mizeftê dike.