H’emû nûçeSereke
Pêwandîyên bi gemîya, yên di navbera Qafqasîyayê û Potîyêda wê meha tebaxêda bêne sazkirinê: wezîrê êkonomîkayê
Pêwandîyên bi gemîya, yên di navbera Qafqasîyayê û Potîyêda wê meha tebaxêda bêne sazkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye Armênprêssê.
Bi gotina wî, destpêkirina wan rêyên bi gemîya gelek wede xwest, lê tê bêjî pirsgirêk hatine helkirinê.
«Pirsgirêka tek-tenêye hîmlî ewe, wekî gerekê bi hevra bêne qayîlkirinê, her eşîyak gerekê bona derbazkirinê destûrê bistîne»,- Vahan Kêrobyan gotîye.