SerekeSîyasî

Komîsîya Kurdistanêye hilbijartina derheqa pirsgirêkên têknîkîda eşaretîyê didin

Kurdistana Îraqê wê rûyê pirsgirêkên têknîkîda çetin bikaribe wededa hilbijartinên parlamêntîyê derbazke. Derheqa wê yekêda komîsîya hilbijartina elam kirîye.

Wedê şuxulkarîya komîsîya hilbijartina 2O-ê kanûna sala 2O19-a ser hevda hatîye û bona dirêjkirina mandata wê parlamêntvanên kurd gerekê qanûna nû qebûlkin.

Bi wê  yekêva tevayî wedê parlamêntê jî 6-ê mijdara sala îsalin ser hevda tê. Bo wê yekê jî hîvîyêne, wekî dengdayîn gerekê hetanî wî çaxî bê derbazkirinê. Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşda gotibû, wekî hilbijartin gerekê 1-ê cotmehê bêne derbazkirinê. Feqet wekîlê komîsîya hilbijartina Şoriş Hesen elam kirîye wekî parlamênêtê mandata komîsîyayê hê nedaye dirêjkirinê bona ku ew xebatên amadekarîyê destpêkin.

Ewî usa jî gotîye, wekî piştî dirêjkirina mandatê, serokê Kurdistanê gerekê roja hilbijartinaye nû kifşke, ya ku gerekê hetanî hilbijartina şeş meha kêmtir nîbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button