
Endamê komîtêya Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pêwandîyên navnetewî Marko Rûbîo û hemsedirên koma kongrêsêye ermenî Frênk Palonen û Cêkî Spîyêr serkarîya bangên bona admînîstrasîya Baydên kirine ku li ser Adirbêcanê hukumkin, bona ku Adirbêcan êrîşên ser sivdera Arsaxê Laçînê bide sekinandinê. Derheqa wê yekêda ji ofîsa data Amêrîkayêye Ermenî elam kirine.
Piştî êrîşa Adirbêcanê, piştî çend seheta, endamê palata Wekîla Twittere da nivîsîye, wekî eva mesela dawîye ku çawa Elîyêv gefa li cimeta Arsaxê duxwe û dewên usa bêfikir dike, yên mînanî girtina sivdera Laçînê. Ewî bangî dêpartamênta dewletê û wekîltîya Ştatên Yekbûîye nava Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayêda kirîye ku van kirina gunehkarkin û hemû rêyên dîplomatî bidine xebitandinê, bona ku kirinên Elîyêve bi qezîya bidine sekinandinê.
«Elîyêvê derbên dironên xwe wî çaxî bide sekinadinê, dema ku Ştatên Yekbûyî hêza xwe bide kifşê.Gerekê alîkarîya bona Adirbêcanê bidine sekinandnê»,- Cêkî Spîêrê nivîsîye.
«Sertbûna zordarîyê li Qerebaga ermenîye êtnîkî tevlîhevbûnê pêşda tîne.Adirbêcan gerekê wê dew û dozê bide sekinadinê û tevî Ermenîstnê bixebite bona ku bighîje sekinandina edil»,-Marko Rûbîoyê sênator gotîye.
Fikirên wî cûreyî usa jî kongrêsmên Kêtrîn Klarkê, Anna Êşûyê, Raca Krîşnamûtrî elam kirine.
Nava elametîyên xweda kongrêsmêna kirinên Adirbêcanê berk gunehkar kirine.
Serokê data Ermenî Aram Abrahamyan jî facebook û Twittere da bangî piştgirên azadîya Arsaxê kirîye ku bi têlefonê Mala Sipîra biaxifin û bêjine Baydên ku dijî Adirbêcanê sanksîya pêşnîyarkin û dayîna sîlihên amêrîkîye bona Adirbêcanê û alîkarîya bona rêjîma Elîyêv bidine sekinandinê.