H’emû nûçeSereke

Adirbêcan derheqa 38 dîlên ermenîda îzbat dike, lê alîyê ermenî hesab dike wekî xêncî wana gerekê dîsa 26 leşkerên ermenî li wir hebin 

Baylozê Ermenîstanêyî li Ûkraînayê Vladîmîr Karapêtyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Ûkraînayê derheqa pirsa dîlên ermenîye leşkerî, yên li Adirbêcanê xeberdaye.Vladîmîr Karapêtyan daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan îzbat dike ku li cem wan 38 dîlên ermenîye leşkerî hene, lê alîyê ermenî hesab dike wekî li wir  gerekê dîsa 26 leşker hebin.

Bayloz daye dîyarkirinê, wekî pevketin hatîye destanînê,  ku dîla bi prînsîpa hemû dewsa hemûya pevbiguhêrin.Alîyê ermenî hemû dîl paşda vegerandine, nava wanda usa jî ew xirabkar, yên ku bona merivkujîyê hatibûne mehkemekirinê.Karapêtyan serda zêde kirîye, wekî alîyê azêrîya beşeke leşkerên ermenî dewsa xerîtên deştên mînkirî aza berdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button