H’emû nûçeSereke

Li ser beşa sînorê Ermenîstanê û Îranê halê sert çê bûye

Van axirîya li ser sînorê ermenîya-îranîyaye dewletê halê sert çê bûye, yê ku girêdayîye wê yekêra, ku dicêribînin ji Îranê narkotîka cîguhastî Ermenîstanê bikin.

Derheqa wê yekêda ji îdara Rûsîyayêye sînorxweykir elam kirine.

Hatîye dîyarkirinê, wekî xêncî wê yekê wekîlên organîzeyên êkstrêmîstî û têrorîstî dicêribînin sînorê Ermenîstanêyî dewletê biteribînin. Sala 2O21-ê li beşa sînore alîyê Mêgirîyê, sînorxweykirên rûs du çekdarên sîlihkirî, bi çekên cûre-cûreva sîlihkirî girtine, yên ku bi neqanûnî ji Îranê derbazî Ermenîstanê bibûn.

Îdara Rûsîyayêye sînorxweykir parastina sînorê Ermenîstnêyî tevî Tirkîyayê û Îranê mîyaser dike. Bona wê yekê di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda peymana dualî heye, ya ku sala 1992-a hatîye îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button