
Berdevkê serokê herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî derheqa roja hevdîtina serokê Kurdistanê, ya tevî hêzên kurdaye sîyasî û wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî wextê hevdîtinê wê derheqa hilbijartinên parlamênta Kurdistanêda gotûbêjkirin bêne derbazkirinê.
Herîrî gotîye Basnews ê wekî hevdîtinê roja çarşemê derbazbe.
Bi gotina wî, merem ewe, ku nêzîkbûnên hemû partîyayên sîyasî nêzîkî hevdu bikin û pirsên helnekirî gotûbêj bikin.
Em bêjin wekî mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî pêşda derheqa wê yekêda dabû dîyarkirinê, ku hevdîtina derdadayî derbazkin û ew yek wê bibe gaveke bona helkirina pirsên sîyasî.