Hêzên Sûrîya Dêmokrtîk elametî belav kirine, wekî nava encamên derbgîhandina Tirkîyayêye li Qamişloyê çar şerkarên wan şihîd ketine û sisê jî birîndar bûne.Ev elametî ji alîyê merkeza prêssayêda hatîye belavkirinê. Hatîye dîyarkirinê wekî derb ji alîyê dirona tirkada hatîye gîhandinê, nava encamê kîjanêda çar şerkar şihîd ketine û sisê jî birîndar bûne.
Van axirîya eskerê tirka êrîşên ser binelîyên edil zêde kirine, bi kîjana ew dicêribînin tirsê û tevlîhevbûnê nava cimetêda belavkin.
Nava elametîya Hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye dîyarkirnê, wekî ewê şerkarîya dijî dagirkira berdewamkin.