H’emû nûçeSereke
Kongrêsmêna Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî agrêsîya Adirbêcanêye dijî cimeta Arsaxê gunehkar kirîye
Kongrêsmêna Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Lînda Sançêsê elametî belav kirîye û bi wê yekê kirinên Adirbêcanêye agrêsîv, yên dijî cimeta Arsaxê gunehkar kirîye.
«Ez bi wan elametîyava xemgînim, wekî Adirbêcanê rêjîma agirbestê teribandîye û êrîş dijî cimeta Arsaxê mîyaser kirîye.
Ez agrêsîya Adirbêcanê gunehkar dikim û piştgrîyê didime civaka navnetewî, bang dikim ku li herêmê opêrasyonên leşkerî bidine seknandinê»,- Lînda Sançêsê Twittere da nivîsîye.