H’emû nûçeSereke
Li zona cabdarîyê, ya aşîtîparêzên rûse li Qerebagê teribandin dîyar nebûne:wezîreta Rûsîyayêye parastinê
Pareskerê Rûsîyayêye aşîtîparêz pirsên pêşîya xwe dianî, yên li Qerebagê hel dikin. Derheqa wê yekêda wezîreta Rûsîyayêye parastinê agahdarî daye.
Ji alîyê aşîtîparêzên rûsda li 27 cîhên lênihêrandinê monîtorînga şev û roj tê kirinê û rêjîma agirbestê tê kontrolkirinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî li zona cabdarîya aşîtîparêza teribandin tunebûne.
«Bi meremê çareserkirina bêqezîyabûna aşîtîparêza û sekinandina bûyarên cuda-cuda ştabên Adirbêcanê û Ermenîstanêye sereke hevkarîyê xweyî dikin»,- nava agahdarîyêda hatîye gotinê.