Wezîrê Kurdistana Îraqêyî rewşanbîrî ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî kûltûrayêda hatîye qebûlkirinê
Wezîrê Ermenîstanêyî perwerdê, zanistîyê, kûltûrayê û sportê Vahram Dûmanyan dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Kurdistana Îraqêyî rewşanbîrî Mehmed Sehîd Elî qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê usa jî cîgirên wezîrê Ermenîstanê Ara Xizmalyan, Alfrêd Koçaryan û usa jî wekîlên wezîreta Kurdistanê amade bûne.
Dêlêgasîya wezîreta Kurdistanê van roja li Sîsêrnakabêrdê qesidîye û qedirê bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî girtîye. Paşê ew li mûzêya Ermenîstanêye dîrokê, li Matênadarênê, li paristgeha Garnîyê û li dêra Gêxardê qesidîne.
Vahram Dûmanyanê wezîr mêvan silav kirine û daye dîyarkirnê, wekî pêwandîyên cimetên ermenî û kurd yên dîrokî û çandî ji wedên kevinarda destpê dibin û ew wê yekêva girêdayîye, wekî pêwandîyên herdu cimetaye tradîsîyon û dostîyê hebûne û hene. Wezîr hazirî elam kirîye, ku hevkarîya tevî Herêma Kurdistanê wê bidine berfirehkirinê û kûrkirinê.
Wezîrê kurd jî bona qebûlkirina germ spasîya xwe elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî di navbera herdu cimetada cêrge qîmetî hene û potênsîyala hevkarîyêye mezin heye.
Xeberdan usa jî derheqa dîyaspora ermenîye li Kurdistana Îraqê, emekê wêye nava jîyana civakî û çandîda çûye.
Mehmed Sehîd Elî daye dîyarkirnê, wekî zîyana ji alîyê DAÎŞ ê da pêşdahatî û dasekinandina nivîsarên ji undabûnê xilazbûyî wê ji alîyê pêşezanên Matênadaranêda bêne dasekinandinê.
Alîyê ermenî bi meremê bilindkirina dereca hevkarîyê pêşnîyar kirîye ku li Ermenîstanê û li Kurdistana Îraqê sêmînar û sivirên glover teşkîlkin û usa jî fêstîvalên çandî û pêşengeh bêne derbazkirinê. Herdu alîya jî dane dîyarkirinê, wekî seredanên wî cûreyî wê bona qewînkirina pêwandîyên dostîyê û qewînkirina wan piştgirîke başbe.