H’emû nûçeSereke

Li Qerebagê hal çiqas diçe xirab dibe: kirinên Bekûyê dijî qayîlnivîsara 9-ê mijdarê ne: parlamêntvanê avropî

Guhdarîya temamîya cîhanê li ser  şerê Ûkraînayê ye, lê li Qerbagê jî hal çiqas diçe xirab dibe. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê parlamênta Avropayê, yê ji Almanîyayê, Lars Patrîk gotîye.

«Guhdarîya temamîya dinîyayê li ser şerê li Ûkraînayê hatîye merkezkirinê, lê li Qerebagê hal xirab dibe. Hêzên Adirbêcanê 24-ê adara sala  2O22 a êrîş birine ser gundê Parûxê, lê 28 ê gulana sala 2O22 a rêjîma agirbestê teribandine,  wextê kîjanê leşkerekî ermenî hatîye kuştinê. Ew yek piştî elametîya serokê Adirbêcanê qewimî, yê ku xebitandina qewatê çawa cêribandina mafê navnetewî qîmet kir û got wekî dew û doza Qerebagê hatîye helkirinê, lê paşê jî dewa topraxên Ermenîstana serbixwe kir û got, wekî « Li Ermenîsîanê faşîst gerekê li alîyê me nenihêrin, heger naxwezin wekî serên wan careke mayîn bêne şikênandinê»»,- parlamêntvan gotîye.

Parlamêntvanê avropî elam kirîye, wekî kirin û elametîyên vî cûreyî dijî qayîlnivîsara mijdara sala 2O2O î ne û usa jî dijî elametîya 22 ê gulanê ya li Bryûsêlê.

«Meyê bixwesta pirs bida cîgirê serokê komîsîyayê, yê alîyê karên der û bêqezîyabûnê, ku gavên çi cûreyî  tên avîtinê, ku opêrasîyonên leşkerî yên li Qerebagê careke mayîn destpê nebin û gavên çêkirinê berdewam bibin»,- Lars Patrîk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button